Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin

  • rojane
  • 23:00 15 Îlon 2024
  • |
img

STENBOL - Xelatên Hrant Dînk a Navneteweyî ya sala 2024'an li xwediyên wan hatin belavkirin. 

 Li ser navê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, Xelata Hrant Dînk a Navneteweyî ya sala 2024'an hat lidarxistin. Kesên ku hêjayî xelatê hatin dîtin xelatên xwe wergirtin. Li Tirkiyeyê xelatê Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çatiyê wergirt. Xelata derveyî Tirkiyeyê jî  Rugiatu Neneh Turay ku li Sierra Leone ji bo mafên jinan têdikoşe wergirt. 
 
DÎNK: DEWLET TUNDIYÊ DIKE 
 
Di merasîma xelatdayînê de hevjîna Dînk, Rakel Dînk axivî û bi zimanên ermenkî, kurdî û tirkî bi xêrhatina mêvanên xwe kir. Dînk bi bîr xist ku îro rojbûna hevjînê wê Hrant Dînk a 70'an e û bal kişand ser tundiyên li cîhanê diqewimin. Dînk destnîşan kir ku mafên mirovan û sewalan tên binpêkirin û li şûna nîqaşên mafên zarokan lê agahiyên kuştin û mirina zarokan tên û got: "Dewlet bi tundiyê radibin. Tundiya dewletê vediguhere şer." Dînk li dijî şer û tundiyê û binpêkirina mafên mirovan banga têkoşîna hevpar kir. 
 
 
Piştî axaftinê Rakel Dînk û Zeynep Oral xelata ku Mor Çatiyê û Rugiatu Neneh Turay wergirtibûn teqdîm kirin.