Ji ÎHD’ê daxuyaniya 12’ê Îlonê

  • rojane
  • 12:57 12 Îlon 2024
  • |
img
STENBOL - ÎHD li pêşiya Radyoya TRT’ê ya Stenbolê ku daxuyaniya darbeyê 12’ê Îlonê lê hati xwendin, daxuyanî da û anî ziman ku ji bo pêşî li darbeyan were girtin divê aştiya mayînde were avakirin. 
 
Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di 44’emîn salvegera Darbeya 12’ê Îlonê de bi dirûşma “Ne darbe ne dîktatorî. Em ê teslîmî tariyê nebin” li pêşiya Radyoya TRT’ê ya Stenbolê ku darbe li vê derê hate daxuyandin, daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “12 Îlon ev 44 sali in didome. Em ê teslîmî tariyê nebin” hate vekirin. Metna daxuyaniyê Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî xwend.
 
Yolerî geşedanên di darbeya sala 1980’yan de hatine jiyîn bi bîr xist û destnîşan kir ku sepanên darbeyî hêj jî di meriyetê de ne. Yolerî da zanîn ku dema geşedanên pêvajoya Rewşa Awarte ya di navbera salên 2016 û 2018’an berçav tên ragirtin, hat dîtin ku 12’ê Îlonê bi hemû sazî û feraseta xwe ve bi ser kar bû. 
 
HESABA 12’Ê ÎLONÊ NEHAT PIRSÎN
 
Yolerî diyar kir ku AKP’ê bi bi ser Destûra Bingehîn a darbeyê hin guherînên ji bo çavxapandinê kirine û wiha axivî: “Di darizandina ji ber sûcên li dijî mirovahiyê hatiye kirin de hesaba kesên bi îşkenceyê hatine kuştin, nehate pirsîn ,ji bo Cemîl Kirbayir, Mahmût Kaya, Huseyîn Morsumbul, Nûrettîn Ozturk, Zekî Altunbaş, Hayrettîn Eren, Nûrettîn Yedîgol, Suleyman Cîhan, Mûstafa Hayrûllahoglû, Maksût Tepelî ên di dema binçavkirinê de hatine windakirin û Îlyas Has û Vesyel Guney ên piştî hatine darvekirin, cenazeyên wan hatine windakirin tu hewldana edaletê pêk nehat. Di navbera salên 1990’î ya berdewama feraseta 12’ê Îlonê bû û 12’ê Îlona 1994’an a windakirina Kenan Bîlgîn de tu têkilî nehate dîtin. 
 
‘BANDORA DARBEYÊ BERDEWAM DIKE’
 
Yolerî a gotiye bandora darbeya hêj jî didome ji bo vê yekê jî mînakên domandina sepana qeyûm, tevî biryara Dadgeha Destûra Bîngehîn (AYM) ji Dayikên Aştiyê re qedexekirina Qada Galatasarayê, biryarên tevdîrê yên bi ser malê saziyên demokratîk nîşan da. Yolerî qala hin tiştên ku pêşî li darbeyan bigirin kir û anî ziman ku divê saziyên darbeyê werin girtin, darbekar werin cezakirin, aştî were mayîndekirin û wiha got: “Hikûmet hem di mijara desthilatdariyê de israr dike û hem jî dibêje ez li dijî darbeyê me. Em bang li hikûmetê dikin ku bila hembertiya xwe ya li dijî 12’ê Îlonê û darbeyan piştrast bike.”