Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan serdana Hewlêrê kir

  • rojane
  • 11:29 12 Îlon 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN -  Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan piştî hevdîtinên li Bexdayê, serdana Hewlêrê kir. Pezeşkiyan li balefirgeha Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan serdana Hewlêrê kir. Pezeşkiyan li balefirgeha Hewlêrê ji aliyê Herêma Kurdistanê  yê berê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Wê Pezeşkiyan li gel Nêçîrvan Barzanî re li ser çend mijarekê baxivin.

Piştî hevdîtinên li Hewlêrê, Pezeşkiyan dê serdana Silêmaniyê jî bike û li gel Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bicive. Piştre jî wê serdana çend bajarek din ên Iraqê bike. Ji dema Pezeşkiyan bûyî serokkomarê Îranê heya niha ev yekem geşta wî ya ji bo derveyî welat e.

Duh Pezeşkiyan serdana Bexdayê kir, li gel berpirsên payebilind ên Iraqê civiya û 14 lihevkirinên di navbera Iraq û Îranê de îmze kir.