Ji jinên banga 16’ê Îlonê

  • rojane
  • 11:21 12 Îlon 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destnîşan kirin ku ew ê tev li greva giştî ya hatiye daxuyandin bibin û banga xurtkirin û xwedîderketina grevê kirin. 

Bi boneya salvegera duyemîn a qetilkirina Jîna Emîniyê, bangên tevlibûna greva giştî didomin. Rêxistinên sivîl ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, biryara greva giştî dan. Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî daxuyandin ku ew ê tev li çalakiyê bibin. 
 
‘ME REJÎMA MELEYAN ŞAŞWAZ KIR’
 
Jinan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ew ê di salvegera duyemîn a Jîna Emîniyê de agirê şoreşê careke din gur bikin û wiha gotin: “Peywirekî me ya domandina têkoşînê û bi ser şopa şehîdan çûnê heye. Di salvegera îsal de em şoreş û têkoşîna xwe, ji Komara Îslamê re vebêjin. Çalakiyên me li bajaran didomin û êdî çiya ne bi tenê ne. Li Kurdistanê, di nava her malekî de şervanek heye. Em di destpêka duyemîn salvegeta serhildana ‘Jin, jiyan, azadiyê’ de ne. Ji bo qetilkirina Jîna Emîniyê şermezar bikin me meşekî bêhempa li dar xist û bi vî awayî me rejîma meleyan şaşwaz kir. Me li dijî rejîma cihêkariya zayendî, serpoş û rêveberên li dijî jinan peyama têkoşîna xwe ya 40 salan, bi remza diruşma ‘jin,jiyan,azadiyê’ wek neteweyî û navneteweyî ji gel û jinên azadîxwaz re şand. Yekitî û hevrabûna jinên azadîxwaz ên li Kurdistanê, piştevaniya bingehîn a li dijî darvekirin, zext, sûc û destkeftiyên jinên azadiyê dê bidomin.”
 
‘EM LI SER GORÊN WAN TÊN CEM HEV’
 
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di salvegera duyemîn a şoreşa ‘jin, jiyan, azadiyê’ de em ê di têkoşîna xwe ya zêdetirî 40 salan de ji bo şehîdên xwe yên ezîz bi bîr bînin û bîranînên wan birûmet bikin dê bi ser gorên wan bên cem hev.”