Jinên di êrişê de birîndar bûn: PDK û Iraq jî şirîkên dewleta tirk in

  • rojane
  • 10:05 12 Îlon 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên di êrişa dewleta tirk a li dijî Wargeha Mexmûrê de birîndar bûn diyar kirin ku PDK û rêveberiya Iraqê jî şirîkên sûcên dewleta tirk in. 

 
Dewleta tirk di 10’ê îlonê de bi SÎHA’yan êrişî maleke li Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir. Di êrişê de yek jê giran 3 jin birîndar bûn. Êriş, dema şandeyeke Iraq û Neteweyên Yekbûyî (NY) li wargehê tespîtkirina nasnameyan dikir hate kirin. Jinên di êrişê de birîndar bûbûn, têkildarî êrişê axivîn. 
 
Di êrişê de dayika 2 zarokan Edîbe Paksoy birîndar bûbû. Paksoy, qala tiştên qewimî kir. Paksoy, da zanîn ku ji sala 1994’an heta niha li Herêma Federe ya Kurdistanê penaber in û ji sala 98’an ve jî li Mexmûrê dijîn. Paksoy, wiha got: “Di teqînê de tevî pitikê xwe yê 3 mehî birîndar bûm. Mala me li kêleka mala êriş li dijî wê hatiye kirin bû. Min zarokê xwe dinivand û wê demê êriş kirin. Ji ber êrişê camên pacê şikestin û zarokê min birîndar bû. Çima êrişî wargeha me tê kirin?”
 
Bi domdarî Paksoy bi bîr xist ku gelek caran li dijî kampa wan êriş tên kirin û wiha pê de çû: “Bi sala ye em paneberên siyasî ne. Hikûmeta Iraqê çendek sal berê dora kampê bi têlan girt û soza parastinê dabû. Ma dê bi van têlan me ji êrişên hewayî rizgar bikin? Hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê me naparêzin. Ew jî şirîkên van êrişan e. Ev êriş bi hevkariya wan hat kirin. Em êrişkaran û şirîkên wan şermezar dikin.” 
 
‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN’
 
Paksoy, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji ber kurdbûna xwe hedef tên girtin. Tu baweriya me nîne ku Iraq û NY me biparêze. Weke gel, baweriya me bi xwe tê. Divê kesek li dijî êrişan bêdeng nemîne. Divê bi taybet jî gelê kurd dengê xwe bilind bike. Bila berteka xwe ya li dijî malbata Barzaniyan bi eşkereyî nîşan bidin.” 
 
Ji jinên birîndar bûbûn Ezîme Kabul jî got ku êriş li dijî mala Dayikên Aştiyê hatiye kirin. Kabul, anî ziman ku dema li gel dayikeke din li ber deriyê malê rûdinişt teqîn çêbûye. Ji nişka ve teqîneke mezin çêbû û her tişt di nava toz û dumanê de ma. Li Mexmûrê dayik, zarok, nexweş û kal û pîr dijîn. Xelkê kampê sivîl in. Em li Iraqê ne lê Iraq me naparêze. Em ji ber zilma Tirkiyeyê hatin vê derê lê li vir jî bela xwe ji me venake. Çi ji me dixwaze? Li ku derê kurdek hebe êrişî wir dike. Li vir yek gerîlayê PKK’ê tune ye. Tenê leşkerên Iraqê hene.” 
 
BANGA YEKITIYÊ
 
Kabul, bal kişand ser rola PDK-Barzaniyan a di êrişan de û wiha pê de çû: “Barzaniyan Kurdistan firotin. Ne tenê Kampa Mexmûrê, tevahiya Başûr pêşkeş kirin. Bi dehan baregehên Tirkiyeyê li Başûr hene. Di serî de kurdên Başûr, divê hemû kurd rabin ser pêyan. Divê gelê kurd tifaqa xwe çêke. Dem dema yekitiyê ye.” 
 
‘IRAQ ÊRIŞAN TEMAŞE DIKE’ 
 
Gulê Ozek a di êrişê de birîndar bûbû jî êriş şermezar kir. Ozek, anî ziman ku tu endamên PKK’ê li kampa wan nînin û dema hewl dide biçe serdana nexweşxan rastî êrişê hatiye. Ozek, wiha domand: “Zêdetirî 30 sal in em penaber in. Lê hêj jî êriş didomin. Iraq û dewletên din van êrişan tenê temaşe dikin. Tirkiyeyê malên me şewitand û zarokên me qetil kir. Em ji ber wê zordestiyê hatin vê derê. Divê hikûmeta Iraqê çavên xwe li êrişan negire. NY dibêje ez we diparêzim. Kanê NY? Tirkiyeyê bi SÎHA’yan li me dayikan xist. Hêj niha jî li ser serê me SÎHA digerin. Banga min ji bo dewletên dibêjin mafên mirovan diparêzin ev e; berpirsyartiyên xwe bicih bînin û xwedî li mafên mirovan derkevin. Bila gelê kurd jî bibêje êdî bes e.”