Bahtiyarê ku got cenazeyê Narînê xistiye çem hat girtin

  • rojane
  • 22:34 10 Îlon 2024
  • |
img
AMED – Nevzat Bahtiyarê ku got wî cenazeyê Narîn Guranê xistiye çem, hat girtin. 
 
Îfadeya Nevzat Bahtiyarê ku hot wî cenazeyê Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li gundê Çûlî yê Rezan a Amedê xistiye çem, li dozgeriyê temam bû.
 
Bahtiyar piştî 5 saetên li dozgeriyê ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Amedê ve bi sûcê "kuştina bi qesdî ya zarokekê" hat girtin.