Gundên Binarê Qendîlê bi balafirên şer hatin bombebarankirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên dewleta tirk gundên Binarê Qendîlê bombebaran kirin. 
 
Balafirên şer ên dewleta tirk gundên Binarê Qendîlê yên Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kirin. 
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê; balafirên şer ên dewleta tirk di danê sibehê de gundên Suredê, Enzê û Kirmesuyê yên Binarê Qendîlê bombebaran kirin. 
 
Hevşaredarê Binarê Qendîlê Serwîn Celal têkildarî mijarê ev agahî da: “Îro di danê sibehê de gundên Binarê Qendîlê zêdetirî 10 caran hatin bombebarankirin. Ji ber êrişan ziyaneke mezin gihişt derdora herêmê. Liv û tevgera balafirên şer ên li ser herêmê didome.”