Narîn Guran hate definkirin

img

AMED - Cenazeyê Narîn Guran li taxa Çuliyê ku lê hatibû qetilkirin hate definkirin. 

Zaroka 8 salî Nalîn Guran di 21’ê tebaxê de li taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû û di roja 19’emîn de di Rûbarê Egertutmazê de di tûrikî de hatibû dîtin. Cenazeyê Guran îro di danê sibehê de ji Saziya Tipa Edlî (ATK) hate girtin û anîn taxa Qereqoçê. 
 
Cenazeyê Guranê li mizgefta taxa Qereqoçê hate şûştin û wecîbeyên olî hatin bicihanîn. Cenaze piştre anîn gundê Çuliyê û hate definkirin. Gelek kes beşdarî merasîma definkirinê bûn. Cenazeyê Guran di nava girî û zêmaran de hate definkirin.