Uçar: Jehrkuja êrişan xwebirêxistinkirin e
Bayindir: Armanca me civakeke birêxistinkirî ye

img

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li dijî êrişan bal kişand ser xwebirêxistinkirinê. Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir jî got: “Armanca me ew e ku ji bo li welatekî em bikarin lê bijîn, civakeke birêxistinkirî ava bikin.” 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma “Azadî bi xwebirêxistinkirinê dest pê dike” li Amedê “Komxebata birêxistinkirin û rêxistinkirinê” li dar xist. Di komxebatê de pankartên "Bi hêza xwe ya rêxistinkirî ve em ê tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin”, “Azadî bi xwebirêxistinkirinê dest pê dike” û “Rêxistinbûyîn serkeftin e” hatin daliqandin. 
 
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên gelek saziyan tev li bûn. 
 
UÇAR: JEHRKUJA ÊRILAN XWEBIRÊXISTINKIRIN E
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di komxebatê de axivî û got ku dewlet hewl dide bi tifaqên nû re jinûve teşe bide Kurdistanê. Uçar, diyar kir ku jehrkuja hemû êrişan xwebirêxistinkirin e û wiha domand: “Hinek têgeh hene ku aqilê dewletê her tim serî lê dide. Yek ji van jî neteweperestî ye. Em jî dê li dijî vê li dora paradîgmaya neteweya demokratîk xwe birêxistin bikin. Îktîdar, baweriyê îstîsmar dike. Em ê li dijî vê jî xwe birêxistin bikin. Yek ji serenavên ku dewlet qet dev jê bernade jî zayendperestî ye. Em dizanin ku divê em li dijî vê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin. Hem tifaqa bi DAIŞ-PDK-OSO’yê re hem jî hevkariya li vir bi Hîzbûllahê re tê kirin vê nîşanî me dide; îktîdar dîsa xitimî ye. Di demeke ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd a li Rojhilata Navîn ewqas gerdûnîbûyî de ya dikeve ser milê me ew e ku em van nirxan li her cihê kurd lê bihêz in xurtir bikin. Li her derê kurd lê dijîn, li her cihê hêzên demokrasiyê lê dijîn, li her derê em mecbûr in xwe pir xurt birêxistin bikin. Di vê sedsala 21’emîn de yan dê gotina dewleta înkarger pêk bê yan jî Rêya Sêyemîn û komara demokratîk aj bide.” 
 
‘AZADÎ, QEZENCKIRIN E’
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Li seranserî cîhanê qala Şerê Sêyemîn ê Cîhanê tê kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de qala Şerê 3’yemîn ê Cîhanê dikir. Hêzên serdest bi hemû hêza xwe amadekariyên vî şerî dikirin. Em encamên vî şerî hem li Kurdistanê, hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê dibînin. Lewma me navê vê xebatê kir ‘Azadî xwebirêxistinkirin e, azadî serkeftin e.’ Ji ber ku rêxistiniyeke pir xurt û hişk a dewlet û hêzên serderst heye. Ji roja avakirina netewe dewletan heta niha xwebirêxistinkirinek heye. Ji ber ku netewedewlet, ji xwebirêxistinkirina gelên azadî û serkeftinê dixwazin ditirsin. 
 
BAYINDIR: ARMANCA ME AVAKIRINA CIVAKEKE BIRÊXISTINKIRÎ YE 
 
Hêzên kapîtalîst bi bandora lîberalîzmê re di nava 35 salên dawî de hewl dan azadiya şexsî belav bikin û pêş bixin. Dema em em li zilma îro li Kurdistanê tê kirin dinihêrin, dibînin bê ka rêxistiniya ji bo azadiya gelan a saziyên me çiqas girîng e. Em ê li dijî zilma netewe dewletan, xwe û civaka xwe birêxistin bikin û azad bikin. Netewe dewlet îro li Kurdistanê bi pêşengtiya îktîdara AKP-MHP’ê gav bi gav mezin dibe û gavên hişk diavêje. Lê li dijî vê nerazîbûneke me ya mezin pêş nakeve. Sedema vê jî rêxistiniya me ya qels e. Em dibînin ku rêxistiniya di nava civakê de ya li dijî vê zilm û dijminatiyê derkeve qels e. Weke partiyeke siyasî em jî xwe ji vê rewşê berpirsyar dibînin. Ji ber wê berpirsyarî û hewcedariyê, em ê du rojan nîqaşan bikin. Em ê xwe, zîhniyeta xwe li dijî vê rewşê birêxistin bikin. Em ê têkoşîneke dorfireh bimeşînin. Ev têkoşîn dê tenê di nava saziyên me de nemîne. Kolan bi kolan, tax bi tax em ê têbikoşin û civakê birêxistin bikin. Em ê ji ewil xwe birêxistin bikin û piştre jî civakê. Armanca me ew e ku ji bo li welatekî em bikarin lê bijîn, civakeke birêxistinkirî û têkoşer ava bikin. Hemû hevalên me yên di nava van xebatan de cih digirin, ew kes in ên ku ji bo azadiya gelê kurd têdikoşin. Ji bo rêxistiniyeke xurt em ê du rojan nîqaşan bimeşînin.” 
 
Piştî axaftina hevserokan, komxebat ji ji çapemeniyê re girtî dom kir.