Şahidê înfazên JÎTEM’ê Malgaz jiyana xwe ji dest da

img

ŞIRNEX - Rêveberê MEBYA-DER’ê Agît Malgaz ê di Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê de şahidînî kir, bi krîza dil a derbaskirî jiyana xwe ji dest da. 

Rêveberê Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER) Agît Malgaz (60) ê şahidê 4 cînayetên ku li navçeya Cizîr a Şirnexê hatin kirin bû û di pêvajoya dozê de şahidînî kiribû krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. 
 
Malgaz ê piştî li Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebitî rêveberiya MEBYA-DER’ê kir, piştî krîza dil a derbas kirî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Malgaz tevî hemû mudaxileyên li vir hatin kirin nehate xelaskirin.
 
Malgaz ê piştî xebatên xwe yên siyasî gelek caran hate binçavkirin, tevî hemû zextan dest ji têkoşînê berneda. 
 
Cenazeyê Malgaz piştî karûbarên otopsiyê dê bi tevlibûna rêveberên MEBYA-DER û partiyên siyasî li Goristana Asrî ya Cizîrê ku li navenda navçeyê ye bê veşartin.