Di êrişa SÎHA’yê de bav û du kurên wî hatin qetilkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa dewleta tirk a li dijî Dukanê de Muzefer Hisên Xidir Ewla û 2 kurên wî hatin qetilkirin. 
 
Dewleta tirk li çoltarê navçeya Dukanê ya Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê bi SÎHA’yan wesayîtek hedef girt. Hûrgiliyên êrişê eşkere bûn. Li gorî nûçeya Rojnewsê; êriş li dijî wesayîteke di navbera herêmên Xelekan û Kanîwatmanê hatiye kirin. 
 
Qeymeqamê Dukanê Sîrwan Serhat ragihand ku di êrişê de welatiyê bi navê Muzefer Hisên Xidir Ewla û kurên wî Muhammed Muzefer û Mubîn Muzefer hatine qetilkirin. 
 
Hat zanîn ku malbata hatiye qetilkirin li ser nifûsa bajarokê Hacîawa yê navçeya Ranya ya Silêmaniyeyê ye.