Li Silopiyayê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin

  • rojane
  • 17:03 30 Tebax 2024
  • |

ŞIRNEX - Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz a li Silopiyayê di çarçoveya aktîvîteyên 1’ê îlonê de tev li xebatan bû, wiha got: “Em ê ji bo birêz Abdullah Ocalan li qadan bin. Em ê tecrîdê rakin û aştiyê ava bikin.”

Ji bo meş û şahiya di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bê lidarxistin xebat didomin. Di 1’ê îlonê de li Taxa Kizir a navçeyê saet di 17.00’an de dê meş bê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê tev li bin. Ji bo meş û şahiyê ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya Silopiyayê ve serdana gundan hate kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz û gelek kes beşdar bûn. 
 
‘GELÊ KURD BI CÎHANÊ DA NASKIRIN’ 
 
Aydenîz a di serdana gundê Xezayê de axivî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Birêz Ocalan, ji bo gelê kurd di cîhanê de bê naskirin, ji bo zimanê kurdî û Kurdistanê bide nasîn 50 sal in têdikoşe.”
 
‘SEMBOLA AŞTIYÊ RÊBERÊ GELÊ KURD’ 
 
Aydenîz, herkes vexwend meşa ku dê di 1’ê Îlonê de li Taxa Kizirê pêk bê û got: “Em ê weke gelê kurd di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de ji bo sembola aştiyê Rêberê Gelê Kurd li qadan bin. Em ê tecrîdê rakin û aştiyê ava bikin. Em li bendê ne ku hemû gelên me bên qadan.”