Endamê Helwdana 78’an Ûral hate berdan

  • rojane
  • 15:34 30 Tebax 2024
  • |
img
RIHA - Endamê Hewldana 78’an ê Rihayê Mehmet Ûral ê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatiye binçavkirin, hate berdan. 
 
Endamê Hewldana 78’an ê Rihayê Mehmet Ûral ê bi hinceta tev li merasîmekî li navçeya Xelfetiya Rihayê bûye û diruşma “Şehîd namirin” berz kiriye, dema duh ji şînê vedigeriya hatiye binçavkirin, hate berda. 
 
Tahîr Erturk li bajarê Munihê yê Almanyayê jiyana xwe ji dest da û ji bo cenazeyê wî were veşartin, anîn li taxa Kûmê Firik a girêdayî navçeya Xelfetiyê. Dema merasîma cenaze hat lidarxistin, cendiermeyan wêne û dîmen girtin. Piştî vegera ji merasîma cenazeyê Ertuk, cendirmeyan Ûral binçav kirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Rihayê. Piştî karûbarên îfadeyê cendirmeyan Ûral birin Edliyeya Xelfetiyê. 
 
Dozgeriya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”  girtina îfadeyê Ûral sewqî Dadgeriya Sûlh Cezayê kir. Dadgerî piştî karûbarên îfadeyê, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve, Ûral berda.