Dest danîn ser pirtûkên Benlî yê hucreyê de tê ragirtin

  • rojane
  • 14:45 30 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Girtîgeha Tîpa L ya Espiyeyê dest danî ser pêşnûmepirtûka hunermendê kurd Erkan Benlî nivîsandiye û pirtûkên Yaşar Kemal ên wergerên wan ên kurdî hatine kirin. 
 
Hunermendê kurd Erkan Benlî di sala 2016’an de dema qedexeyên derketina derve, li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hate binçavkirin û girtin. Benlî bi riya telefona li malbata xwe kiriye, derbarê binpêkirinên li girtîgehê tên sepandin axivî.  Benlî ragihand ku rêveberiya Girtîgeha Tîpa L ya Espiyeyê dest daniye ser pêşnûmepirtûka Benlî ya bi destê xwe bi kurdî nivîsandiye û pirtûkên Yaşar Kemal ên wergera wan a kurdî hatine kirin. 
 
Benlî banga xwedîderketinê li raya giştî kir û wiha got: “Derveyî pirtûkên min û tiştên min nivîsandine, tiştekî min nîn e û wan jî ji min stendin. Di serdagirtina herî dawî de hem pirtûka min bi xwe nivîsandiye û hem jî wergerên kurdî yên pirtûkên Yaşar Kemal birin.”