Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hate kirin: Dayikek û kurê wê hatin qetilkirin

  • rojane
  • 13:53 28 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafireke biçek û bêmirov a dewleta tirk li rojhilatê bajarê Qamişloyê êrişî wesayîtekê kir û dayikek û kurê wê qetil kirin. 
 
Balafireke biçek û bêmirov (SÎHA) a dewleta tirk nêzî Navenda Poste û Peywendiyan û garaja otobusan a li rojhilatê bajarê Qamişloyê êrişî wesayîtekê kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di encama bombebaranê de jina bi navê Xalide Mihemed Şerif a 40 salî û kurê wê Hejar Ednan Silêman ê 24 salî jiyana xwe ji dest dan.