Nobeta li dijî qeyûm di roja 73’yan de ye

  • rojane
  • 23:02 27 Tebax 2024
  • |
img
 
STENBOL - Nobeta ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Beyoglûyê hat destpêkirin di roja 73’yan de berdewam dike.
 
 
Çalakiya nobetê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Beyoglûya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da destpêkirin di roja 73’yan de berdewam dike. Di çalakiyê de pankartên bi Kurdî û Tirkî "Colemêrg ya me ye" û “Li ber xwe bide Colemêrg, Stenbol bi te re ye" hatin vekirin. Gelek caran bêyî navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", “Qeyûm wê biçe em ê bimînin", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
 
Hevseroka berê ya Sultangazî ya DEM Partiyê Zubeyde Înce di çalakiyê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên zext û zordariyê ya desthilata AKP-MHP'ê hem li ser gelê Kurd û hem jî li ser gelên Tirkiyeyê dimeşîne. Înce, wiha axivî: “Li vî welatî êrîş heye. Rojnamevan tên qetilkirin. Bi hezaran kes tevî ku tu sûcê wan tine ye di girtîgehan de tên girtin. Ji ber ku li vî welatî êrîş, binçavkirin, girtin û komkujî hene. Em 73 roj in li vir di çalakiyê de ne.”
 
Berdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê yê Avcilarê Emrah Îlarslan jî wiha axivî: “Îro vîna gel tê desteserkirin. Mirov diqîrin. Divê êdî ev yek bê çareserkiri