Li Îranê 8 kurd hatin binçavkirin

  • rojane
  • 19:27 27 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 8 kurdên bi hinceta tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin.
 
 
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di nava hefteyên borî de, rejîma Îranê li bajarokê Gilan ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê 8 kurd binçav kiriye.
 
Tora Mafê Mirovan da zanîn ku ew welatî ji ber ku tevlî pîrozbahiyên Newroza îsal bibûn, hatine binçavkirin.
 
Navê welatiyên hatine binçavkirin wiha ne: “Muhsîn Esfendiyarî, Araş Alfetî, Marya Xanî, Cehangîr Azadî, Lutfewla Perwêz, Hemîd Reza Rehmiyan, Selman Perhan û Mistefa Rostemî.”