Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî

  • rojane
  • 16:56 27 Tebax 2024
  • |
img
ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek mijara êrişên li ser zimanê kurdî bir rojeva Meclisê û xwest zimanê kurdî bibe zimanê fermî. 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengiz Çîçek pêkûtî û astengiyên li ser zimanê kurdî bir rojeva Meclisê û pêşniyaznameya lêkolînê da. 
 
Çîçek di pêşniyaznameyê de diyar kir ku zimanê kurdî û zimanên din ên zikmakî astengiyên li pêşiya van zimanan ên li saziyên dewletê ji avakirina komarê heta roja îro di meriyetê de ye û ev yek di pêvajoya OHAL’ê û “plana têkbirinê” de berbelav bû. Çîçek di pêşniyaznameya xwe de got ku her wiha gerandina govenda kurdî û guhdariya li stranên kurdî jî dibe sedema girtinê. 
 
‘KURDBÛNÊ DIKIN SÛC’ 
 
Çîçek di pêşniyaznameyê de da zanîn ku her tiştên li ser navê kurdî wek sûc tên dîtin û qebûlkirin û her awayê kurdî û kurdan tê krîmînalîzekirin. 
 
‘DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ’ 
 
Çîçek di pêşniyaznameya xwe de destnîşan kir ku divê tavilê dawî li şer were anîn û rê li ber aştiyek birûmet û mayînde bê vekirin û dawî li pêşiya astengiyên li ser zimanê kurdî bê anîn û wiha hat gotin: “Divê di her asta perwerdehiyê de mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî were nasîn û divê zimanê kurdî wek zimanê fermî were qebûlkirin.”