ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 27 Tebax 2024
  • |
img
* Welatiyê bi navê Coşkûn Onaç ku li navçeya Silopiyayê bi çandiniya fistiqên bin erd debara xwe dike bi lêv kir ku krîza aboriyê bandor li fistiqan jî kiriyê û da zanîn ku ji ber krîza aboriyê gelek cotkaran dev ji çandiniya fistiqên bin erd berdaye.
 
* Li hemberî pirsa dayikeke kurd a “Ez ê çawa bikarim zimanê dayikê fêrî zarokê xwe bikim?” qenala youtubeyê ya bi navê Şemamok hate vekirin. 
 
* Li Enes Îlgen û Serdar Başaran ên di Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê tên ragirtin re, bi hinceta stran û helbestên kurdî di lênûskên xwe de nivîsandine, 11 roj cezayê hucreyê hate dayîn. 
 
* Gulîstan Bozkûrt a TJA'yî ku têkildarî "Xwendinên Azadiyê" û kargehên ku li dar dixin axiviye, diyar kir ku armanca wan pêhesandin û rêxistinkirin e. 
 
* Rojnamevan Fréderike Geerdink diyar kir ku ne ji rojnamevanên kurd be, wê gelek rastî neyên bihîstin û got ku Tirkiye bi qetilkirina rojnamevanan sûcê şer dike. 
 
* Gundiyên ku li Bazara Gund a Erxeniyê berhemên xwe yên xwezayî difiroşin, lê heqê keda xwe bi dest naxin diyar kirin ku divê piştgirya çandinî û sewalvaniyê were kirin.
 
* Rêxistinên çapemeniyê diyar kirin ku êrişa ku rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatiye kirin, li hemberî azadiya fikr û ramanê bûye û îşaret bi têkoşîna hevpar kirin. 
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya hevdîtinên “Nan û dan” de dê li navçeyên Şehzadeler, Golmarmara û Salîhliyê yên Manîseyê bi karkerên çandiniyê re bê bahev. (11.00-20.00) (ZINDÎ)
 
* Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirina mafan a têkildarî 8 girtîgehên ku li Herêmên Serhad û Karadenîzê serdana wan kirine dê li avahiya komeleya xwe aşkere bike. (12.30) 
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê têkildarî deklarasyona 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyê bide. (12.00) 
 
* Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar veguhest Meclisê dê berdewam bike. (13.00-17.00) 
 
* Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Mêrsînê êrişa dewleta tirk a li dijî rojnamevanan dê li ber avahiya partiya xwe şermezar bike. (17.30) 
 
* Rêxistinên girseyî yên demokratîk li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglûyê çalakiya nobetê li dar bixin. (20.00-22.00)