Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan

  • rojane
  • 08:13 20 Tebax 2024
  • |
ÊLIH - Girtî Halîl Yildiz piştî 30 salan hat berdan. Yildiz ê ku ji Girtîgeha Metrîsê hat berdan li Êlihê bi coş hat pêşwazîkirin. 
 
Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan. Ji Girtîgeha Tîpa R a Metrsîsê hat berdan û li bajarê xwe Êlihê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Yildiz di sala 1994'an de li Êlihê tê girtin û Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) bi îdiaya "xerakirina yekitî û tevpariya dewletê" 30 sal cezayê muebedê lê dibire. Yildiz ê ku 30 salên xwe li hepsê tije kir, heta niha li çar girtîgehan hatiye ragirtin. 
 
Yildiz ê ku bi coş hat pêşwazîkirin derbasî mala malbatê ya li Taxa Gapê ya Êlihê bû û gelek kesan serdana wî kirin.