Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir

  • rojane
  • 12:10 19 Tebax 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Li navçeya Stewra Mêrdînê cerdevanê bi navê Y.Y. ku nexwest biçe herêma oparesyonê çeka xwe danî û îstîfa kir.  
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistana Federe didomin. Li gel vê yekê jî di navbera leşker û cerdevanên ku tê xwestin wan bibin herêma operasyonê de nîqaşên ser rayeyê, nakokiya di navbera wan de kûrtir dike. Hin cerdevanên li herêmê çûyîn û neçûyîna herêma operasyonê nîqaş dikin. Li gundê Deyrslav a navçeya Stewra Mêrdînê cerdevanê bi navê Y.Y. tevlibûna operasyonê red kir. 
 
Y. Y.'yê ji rayedarên leşkerî re got ku ew ê tev li operasyonê nebe, çû li qereqolê, îstîfa kir û çeka xwe teslîm kir. 
 
Herwiha hat diyarkirin ku gelek cerdevanên naxwazin tev li operasyonê bibin jî, ketine nav nîqaşan.