7 kesên binçavkirî hatin berdan

  • rojane
  • 10:40 19 Tebax 2024
  • |
img
STENBOL - Li Stenbolê 7 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Di serdagirtinên malan ên 13’ê tebaxê de li Stenbol û navçeyên wê de 7 kes hatin binçavkirin. 
 
Li gel Serokê Platforma Komeleyên Kurdistanê (DGD) Abdulhakîm Daş û endamê Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk Eşref Yaşar jî di nav de 7 kesên hatine binçavkirin îfade dan dozgeriyê. Dozgerî ji 7 kesan yekî, bi şertê kontrola edlî berda, 6 kesên din jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê kir.  
 
Dadgehê 6 kesên din jî bi şertê kontrola edlî berda.