Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike

  • rojane
  • 09:04 19 Tebax 2024
  • |
STENBOL - Berdan Sal li eskeriyê ji ber govenda kurdî girtiye, hatibû girtin. Kurapê Sal, Rohlat Sal got: “Çi dibe bila bibe wê kurd li ber stranên xwe govenda xwe bigerînin.” 
 
Li navçeyên Bagcilar, Esenyûrt, Sultangazî, Arnavûtkoy û Gazîosmanpaşa di 27’ê tîrmehê de polîsan bi ser malan de girtibû û 18 kes ji ber govend gerandine hatibûn binçavkirin. Welatî bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” hatibûn binçavkirin. Berdan Sal ê li Aydinê eskeriyê dikir jî di çarçoveya heman operasyonê de hatibû binçavkirin. Ji 19 binçavkiriyan 11 kes hatibûn girtin û 8 kes jî hatibûn berdan. 
 
Berdan Sal di şahiyekî de ji ber govend gerandiye û li ser hesabê medya dîjîtal parve kiriye, hat girtin. Niha ew li Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê tê ragirtin. 
 
‘WÊ KURD DEST JI BERXWEDANA ÇANDA XWE BERNEDIN’ 
 
Kurapê Sal, Rohlat Sal axivAî û diyar kir ku wê kurd li ber van zextan bi paş ve gavê neavêjin û dest ji govend û stranên xwe bernedin û got: “Beriya Berdan bê binçavkirin, em lê geriyan me xwe negihandê. Paşê me bihîst ku polîsan ew kiriye binçavan. Ji ber govenda kurdî gerandiye hat girtin. Dixwazin kurdan û çanda kurdan tune bikin. Lê wê kurd tevî hemû zextan jî xwedî li govend, dawet û stranên xwe derkevin. Girtin û binçavkirinên ji ber dawetan salên 90’î tîne bîra me. Divê Berdan demildest were berdan. Heke kurd dest ji berxwedana xwe berdin wê ziman, çand û dawetên xwe jî winda bikin. Lê çi dibe bila bibe wê kurd qet dest ji çanda xwe bernedin.” 
 
MA/ Ferdî Bayram