ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 19 Tebax 2024
  • |
img
* Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan diyar kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û li dijî şerê li dijî kurdan ew ê bi AKP’ê re bicivin û ew ê li ser vê bingehê bi saziyên jinan ên li Ewropa, Asya û Rojhilata Navîn re jî li hev bicivin.
 
* Hate îdiakirin ku beriya girtiyê nexweş Çetîn Tûtkûn ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin sewqî ATK’ê bê kirin, li nexweşxaneya ku birinê derbarê wî de rapora tenduristiyê ya “sexte” hatiye amadekirin. 
 
* Sazî û dezgehên ziman û çanda kurdî, li dijî polîtikayên pişaftin û êrişên ser ziman, bi deklerasyoneke seferberiya zimanê kurdî îlan kirin û gotin: “Em ê li her qadekê, xebatên xwe bimeşînin.” 
 
* Berdan Sal li eskeriyê ji ber govenda kurdî girtiye, hatibû girtin. Kurapê Sal, Rohlat Sal got: “Çi dibe bila bibe wê kurd li ber stranên xwe govenda xwe bigerînin.” 
 
* Êrişa dewleta zilam a li dijî Serokwekîla DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê dê li Amed û Şirnexê were protestokirin. (12.00)
 
* Li Îzmîr û Mêrsînê dê di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” de daxuyaniyên çapemeniyê bên dayîn. (14.00) 
 
* Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, dê li Bayrakliya Îzmirê “Hevdîtina Teqawîtan” were lidarxistin. (18.00) 
 
* Amedspor dê li sehaya xwe bi Îstanbûlsporê re bilîze. (21.00)