Şewata piştî bombebaranê derketibû didome

  • rojane
  • 19:37 18 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şewata duh di bombebarana dewleta tirk a li ser gundên Amêdiyê derketibû hêj didome. 
 
Ji ber bombebarana dewleta tirk duh bi şev li derdora gundên Mijê û Kevne Mijê yên girêdayî navçeya Amêdiyê yê bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistana Federe şewat derket.  
 
Ji ber zext û êrişan beriya niha li her du gundan gel neçar mabû ku koç bike.  
 
Şewata ku duh bi şev derketibû hêj berdewam dike. Ji ber şewatê gelek rez û baxçe yên welatiyan şewitîn.