Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin

  • rojane
  • 15:52 18 Tebax 2024
  • |
img

STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlû di çalakiya “Deng bide azadiyê” de axivî û got: “4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin.” 

 
Malbatên girtiyan bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocallan rabe û azadiya wî were mîsogerkirin, vê hefteyê jî çalakiya “Deng bide azadiyê” li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê li dar xistin. 
 
Malbatên girtiyan, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo aştiya civakî tecrîdê rake deng bide azadiyê” hat vekirin. 
 
‘BILA MERHAMET Û WÎJDANÊ WE HEBE’ 
 
Dayika girtî Fincê Akman di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa lawê xwe Yakûp Akman û got ku lawê wê ji ber ku di greva birçîbûnê de cih girtiye 11 rojan di hucreya yek kesî de hatiye ragirtin û qedexeya hevdîtinê lê hatiye birîn. Akman da zanîn ku şert û mercên girtiyan nebaş e û got: “Bila hinek merhamet û wîjdanê we hebe. Çima hûn li zarokên me wisa dikin? Em viya qebûl nakin.” 
 
‘AGAHÎ JI RÊBERÊ GEL NAYÊ GIRTIN’ 
 
Parlamenter Çîçek Otlû jî axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev nêzî 4 salan e tu agahî ji rêberê gel nayê girtin. Liv î welatî di kîjan heyamê de zext hatiye kirin? Mexseda çalakiya me ew e ku agahî ji birêz Abdullah Ocalan bê girtin û azadiya wî pêk were. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê neçare ku deriyê Îmraliyê veke û hevdîtin bên kirin. Heta ku tecrîd bê rakirin û agahî ji birêz Ocalan bê girtin wê têkoşîna me berdewam bike. Her wiha em dixwazin hemû girtiyên nexweş werin berdan.” 
 
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin. Piştre çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.