ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 17 Tebax 2024
  • |
img

* Hevserokê Komeleya Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram, diyar kir ku Şirnex ji bo talankirina xwezayê bi taybet hatiyê hilbijartin û got: "Li Şirnexê bi birîna daran ji sedî 8 qadên daristanê kêm bûne. Birîna daran her roj didome. Dibe ku Şirnex di demeke nêzîk de bibe erdekî bêdar û daristan." 

* Di Tenûra Keda Jinê de hejmara xebatkarên jin daket 2’yan. Melîke Ozcan a tenûrê bi rê ve dibe destnîşan kir ku ji ber krîza aborî, bihayê nan têrî lêçûnên wan nakin. 
 
*  Berdana Naîf Karker ê di 14 saliya xwe de li Cizîrê hat girtin, ji ber ku dest bi greva birçîbûnê kiribû û ferzkirina "poşmaniyê" red kir, cara 5'emîn hat taloqkirin. 
 
* Li Çinarê ku fiyetê genim 8 hezar û 500 lîre hatiye diyarkirin, cotkaran anî ziman ku ji ber erzanbûnê genimê xwe li nava erd hiştine û mexdûr in. 
 
* Şaredariya Êlihê ya DEM Partiyê, di nava 5 mehan de çalakiyên kurdî, aşxaneyên bajêr, "nexweşxaneya mobîl", belavkirina xwarinê û gelek tiştên din pêk aniye. 
 
* Serokê Odeya Şîrefiroş û Çerezfiroşan ya Rihayê Ahmet Aslan, anî ziman ku ew dixwazin desteka ji bo findiq û çayê tê dayîn ji bo ji bo fiteqan jî bê dayîn û got ku fiteqên Rihayê bê xwedî hatine hiştin. 
 
* Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar dê beşdarî kongreya partiya xwe ya rêxistina Agiriyê bibe. (11.00)
 
* Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 1012'emîn li Qada Galatasarayê li dar bixin. (12.00)
 
* Ji bo cenazeyê rewşenbîrê kurd Dr. Tarik Ziya Ekîncî dê li Mizgefta Şakirin a Uskudara Stenbolê merasîm bê lidarxistin. (12.00)
 
* Xizmên Windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih,Colemêrgê û Îzmîrê dê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00) 
 
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê dê bi boneya rasthatina 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li avahiya Baroya Wanê daxuyanî bide. (13.00)
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari di çarçoveya “Hevdîtinên Nan û Edaletê” de dê li eywanek dawetê ya navçeya Kepez a Antalyayê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civîn li dar bixe. (13.00) 
 
* Siyasetmedar Sebahat Tuncel dê li Îzmîrê beşdarî gotubêja jinan a TJA'yê û civîna gel a DEM Partiyê bibe. (13.00-16.00) 
 
* Şaxên ÎHD'ê yên Enqere û Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiyên xwe heftane berdewam bikin. (13.30)
 
* Sazî û dezgehên ziman û çanda kurdî yên li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê dê li Parka Birca Belek a li Cizîrê ji bo destpêkirina kampanya kurdî deklarasyonek eşkere bikin. (16.00) ZINDÎ
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Nevşehîrê beşdarî bîranîna Haci Bektaş-î Velî bibe. (18.00) 
 
* Çalakiya nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê ya li Stenbolê berdewam bike. (20.00-22.00)