Guneş: Divê ÎHÎK têkildarî îşkencekirina girtiyan lezgînî bicive

  • rojane
  • 13:34 16 Tebax 2024
  • |
img

ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş, îşkenceya li Girtîgeha Tîpa F a Kocealiyê bir rojeva ÎHÎK’ê û xwest komîsyon bi lezgînî bicive û serdana girîgehê bike. 

 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altun, têkildarî îşkencekirina girtiyan a li Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa F a Kocaeliyê serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da. Guneş di serlêdanê de diyar kir ku sergardiyanê girtîgehê û gardiyanên din bi ser qawîşa girtî Mehmet Alçinkaya, Mustafa Dogan û Adem Dînç de girtine û kelûpelên wan hatine belavkirin û her wiha pirtûkên girtiyan jî hatine desteserkirin. 
 
RAPORA LÊDANÊ NEDANE GIRTΠ
 
Guneş di serlêdanê de da zanîn ku piştî serdegirtina qawîşê girtiyan birine odeyek vala û girtî Dînç ji odeyê girtine û birine îşkence lê kirine. Guneş di serlêdanê de got: “Ji ber van derbên li Adem Dînç hatine xistin, derdora çavê wî yê rastê werimî e û xwîn di nava çavê wî de kom bûye. Piştî vê îşkenceyê Dînç ji odeya xwe û hevalên ku pê re diman birin odeyeke din. Piştî vê êrişê Adem Dînç ji bo raporê bigire çûye Revîra GirtÂigehê û rapora lêdanê xwestiye lê belê rapor jê re nehat dayîn.” 
 
Guneş di serlêdanê de xwest ÎHÎK bi lezgînî di bin sernavê îşkence û muameleya xerab de bicive û serdana girtiyên îşkence li wan hatiye kirin û rêveberiya girtîgehê bike. 
Guneş her wiha pêşniyazname da Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç û di pêşniyaznameyê de behsa îşkencekirina girtiyan kir. Guneş xwest Yilmaz Tunç li ser mijarê lêkolînê bike.