ROJEVA 16'Ê TEBAXÊ 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 16 Tebax 2024
  • |
img
* Tirkiye ji sala 1983'yan vir ve di bin navê “operasyona derveyî sînor” de êrişî başûrê Kurdistanê dike û hê van êrişan encam negirtiye. Her ku çû rewşa boriya welat xerab bû û pirsgirêka kurd kûr bû. Rojnamevan Cahît Mervan got ku Tikiye bi van êrişan nagihîje tu serkeftinê. 
 
* Serokê Odeya Aşxanevan û Firinvanan ya Wanê Sabrî Işik têkildarî rewşa endamên odeya xwe axivî û anî ziman ku her ku diçe rewşa aborî xerabtir dibe û got: “Di nava salekê de nêzî 400 esnafan dikanên xwe girtin.” Huseyîn Akdag ê karê lokantayê dike jî anî ziman ku ji bo aborî baş bibe hewceyî bi rawestandina şer heye. 
 
* Li Çinar a Amedê welatiyên ji bo danûstendinê çûn bazarê, bal kişandin ser debarê. Habîp Kalkan got: "Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabûyî bikirin."
 
* Li Esenyûrtê polîsan avêtibû ser dawetekê. Xwediyê dawetê Tahsîn Kirçak anî ziman ku careke din jî heman tişt hatiye serê wan û got: "Ger careke din çêbibe em ê dîsa bikin. Çimkî em mafdar in. Em xwe bêdeng nakin." 
 
* Cengîz Înşaat, li Geliyê Eskîncedereyê tevî betalkirina biryara "pêdivî bi ÇED'ê tune ye" ye jî, xebatên xwe yên madenê didomîne. 
 
* Suleyman Yicekaya, hevalê Endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş ê li Îzmîrê ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, got: "Di rojekê de satek, du saet an jî şeş saetê wî hebûya, teqez wê ji bo rêxistinê xerac bikira. 59 salên wî bi têkoşînê derbas bû." 
 
* Girtiyê 30 sal in tê ragirtin Nûrettîn Çelebî re pirsa “Gelo tu poşman î” hate pirsîn. Bersiva “Ma ne şerm e hûn vê pirsê ji min dipirsin?” wek hincet hate nîşandan û berdana Çelebî 6 mehan hate taloqkirin. 
 
* Danişîna ewil a çar kesên ji ber govenda kurdî gerandine û hatin girtin dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bê lidarxistin. (10.00)
 
* OHD dê li avahiya xwe ya Stenbolê têkildarî girtiyek li Girtîgeha Kocaliyê bi êrişê re rû bi rû maye daxuyanî bide. (13.00)
 
* Meclis dê bi rojeva Can Atalay ê ku ji doza Parka Geziyê girtî ye û parlamenteriya wî hatibû betalkirin bicive. (14:00)5
 
* Çalakiya nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê ya li Stenbolê berdewam bike. (20.00-22.00)