Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt

  • rojane
  • 15:36 13 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd, mazbataya Waliyê Kerkûkê yê nû Rêbwar Taha dayê. 
 
Di 10’ê tebaxê de bi piraniya dengên encûmenên parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Taha yê YNK’î weke waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin. Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ji bo waliyê nû yê Kerkûkê Taha bi awayekî fermî dest bi wezîfeya xwe bike, li qesra serokkomariyê torenek li dar xist û mazbataya Taha dayê.