Damezirînerê SADAT’ê Tanriverdî mir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Damezirînerê SADAT’ê Adnan Tanriverdî ku demekê şêwirmendiya “ewlehiyê” ji bo serokkomar Erdogan dikir, mir. 
 
Yek ji serşêwirmendên berê yên serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, endamê Lijneya Polîtîkayên Ewlehiyê yê Serokkomariyê û damezirînerê SADAT’ê Adnan Tanriverdî di 79 saliya xwe de mir. Tanriverdî ku li Nexweşxaneya Bajar a Çam û Sakurayê dihat tedawîkirin, vê serê sibehê mir. 
 
SADAT’ê heta niha gelek caran bi sedema perwerdekirina komên paramîlîter ên Tirkiye li derveyî welat dide şerkirin û bi têkiliya xwe ya bi qesrê re bû rojev.