ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2024’AN

img
 
* Muzîkolog Veysî Varli bal kişand ser polîtîkayên qirkirina çandî û asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê û got: “Dagirker ji qûbê dibeze, asteng û qedexe dike.”
 
* Li Amedê jinan diyar kir ku êrişên li ser zimanê kurdî û çanda kurdî parçeyeke polîtîkaya şerê taybet in û xwestin li dijî vê zilmê bertek bên nîşandan. 
 
* Hevşaredara Bazîdê ya berê Delal Tekdemîr ku di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de ye û protez di her du çongên wê de ne, nayê dermankirin. 
 
* Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê Bulent Kaya diyar kir ku kurdî bi êriş û qedexetan tê krîmînalîzekirin û got: "Ji salên 90'î heya niha ev nîqaşên bêber ên der barê meseleya kurd de tên kirin. Lê ji xeynî windakirinê bi kêrî tu tiştî nayên." 
 
* Muhîttîn Mûgûç ê OHD'î destnîşan kir ku kesên welatekî azad dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin. 
 
* Hevşaredarên beşdarî "Komxebata Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk" bûn diyar kirin ku tevî hemû êrişên AHKP'ê jî, ji bo jinan daxilî nava jiyana civakî bikin xebatên wan didomin. 
 
* Hat zanîn ku şîrketa çavberdaye Zozanên Hasandinê û lêgerîna madenan dike, Şîrketa Anonîm a Madenvanî û Bazirganiya Derve ye. Şêniyên gund ên serî li Baroya Amede dan dê di 10’ê tebaxê de mitîngê li dar bixin.
 
* Girtiyê bi navê Yildirim Demîr tevî nexweşiyên weke prostat, xwîna ji mîdeyê wî tê û nedîtinê jî nayê berdan. Keça Demîr, Rojgul Ozdemîr xwest ku bavê wê yê hefteyê sê caran rakirin nexweşxaneyê were berdan.
 
* Endamê koma Grup Yorumê Vedat Dogan 124 roj in li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye. Dayika Dogan, Sara Dogan diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya kurê wê giran dibe û wiha got: “Nikare tifika xwe jî daqûrtîne. Bila daxwazên kurê min bên qebûlkirin.” 
 
* Komeleya Ekolojiyê dê li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê komxebata ekolojiyê li dar bixe. (09.30)
 
*Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê tev li çalakiya “Deng bide azadiyê” ya MATUHAYDER û xizmên girtiyan a li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê tê domandin bibin. (14.00) ZINDÎ
 
* Xeta Jinê dê li dijî polîtîkayên qirkirina çandî bi dirûşma "Xeta jinê xeta jiyanê ye” bi jinan re bê gel hev. (14.00)
 
*  Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar dê tev li 7'emîn Kongreya Asayî ya DBP'a Dîlokê bibe.  (10.00-14.00)