Ji bo girtiyê nexweş Guvel serî li Wezareta Dadê da

img
ENQERE - Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca ji bo berdana girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Mehmet Guvel serî li Wezareta Dadê da. 
 
Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) ya Dîlokê Sevda Karaca ji bo berdana girtiyê nexweş Mehmet Guvel ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Bucayê tê ragirtin, serî li Wezareta Dadê da. Di daxwaznameyê de hat gotin ku Guvel ji sedî 80 astengdar e, nexweşê Wernicke Korsakof (WK) û penceşêra prostatê ye. Hat gotin ku tiştên Guvel dijî, binpêkirineke giran a mafên mirovan e. 
 
Karaca, da zanîn ku Guvel nêzî 6 meh in girtî ye û di nameya ji wan re şandî de dibêje ku nikare pêdiviyên xwe yên rojane jî cîbicî bike. Hat diyarkirin ku Wezareta Dadê û Saziya Tipa Edlî (ATK) der heqê Guvel de rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” amade kirine. 
 
TIŞTÊN GUVEL DIJÎ BINPÊKIRINÊN GIRAN ÊN MAFÊ JIYANÊ YE 
 
Daxwazname wiha dom kir: “Tiştên Mehmet Guvel dijî binpêkirinên giran ên  mafê jiyanê ne. Tevî ku nexweşê Wernicke Korsakof û penceşêra prostatê ye, 78 salî ye û tevî biryara ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî nayê berdan. Ev yek tenê di bi xwe re mirinê bîne. Lewma divê Guvel tavilê were berdan û tedawiya wî were kirin.”