Instagram hate astengkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê platforma medyaya dijîtal Instagram hate astengkirin. 
 
Saziya Teknolojiyên Agahî û Ragihandinê (BTK) ji 2’yê tebaxê ve Instagram asteng kir. Di menuya lêpirsîna agahiyên malperê ya BTK'ê de hat ragihandin ku biryara astengkirina Instagramê hatiye dayin. Têkildarî sedema astengkirinê û rakirina qedexeyê tu agahî nehatin dayin. 
 
Bikarhinêrên medyaya dijîtal ên li Tirkiyeyê ji ber biryara astengkirinê bi zehmetî xwe digihînin Instagramê.