Li Îzmîrê 4 kes hatin berdan

img

ÎZMÎR - Ji 6 kesên duh li Îzmîrê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan. 

 
Hevserokên Komeleya Alîkariya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) Nîlay Guleser û Dîlaver Keklîk, Dayika Aştiyê Hanim Sever û welatiyên bi navên Sureyya Gumuş, Halîme Badur û Ramazan Yavuz duh bi şev li Îzmîrê hatin binçavkirin. Binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê ya li Çankayayê hatin ragirtin û 4 jê piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan. 
 
Tê payîn ku Hevserokên EGE TUHAYDER’ê îro îfadeyê bidin. 
 
Biryara nepeniyê ya ji bo dosyayê hêj didome.