Ji 8 ciwanên li Geverê hatine binçavkirin agahî nayên girtin

img
COLEMÊRG - Şevê din gelek tax û navenda sûka Geverê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Ji 8 ciwanên hatine binçavkirin agahî nayên girtin. 
 
Duh di saetên şevê de tevahiya rêyên sereke û yên navberê, taxên Cumhuriyet, Kişla, Orman û Kanî Hayder ên Geverê bi wesayîtên zirxî û yên polîsên sivîl hatin girtin. Komên polîsan ên ji sê kesan pêk dihatin, bi navbera 10 metreyan dewriye avêtin û nasnameyê welatiyan kontrol kirin. 
 
8 ciwanên li kolaneke Taxa Kişlayê diman, piştî lêpirsîna nasnameyê hatin binçavkirin. Piştî agahiya binçavkirinê, malbat û parêzer serî li yekîneyên emniyetê yên navçeyê dan. Hat zanîn ku ji malbatan re wiha hatiye gotin: “Zarokên we li vir nînin. Heta niha tu welatiyên ji hêla yekîneyên me ve hatine binçavkirin û anîn vê derê tune ne.” Malbatên ku agahî ji zarokên xwe negirtin fikaredarin.