Li Stenbolê li ser rê 'Pêşî Peya' nivîsandin

STENBOL -  Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çiçek û Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat li dijî jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî li Stenbolê li ser bihora peyayan "Pêşî Peya" nivîsîn. 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çiçek û Parlamanterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Celal Firat li dijî jêbirina nivîsên hilyariyê yên "Pêşî Peya" ên bi kurdî ku li Kurdistanê tên jêbirin", li navçeya Eyupsultan a Stenbolê li ser Kolana Cengîz Topelê "Pêşî Peya" nivîsandin.