Li Stenbolê nobeda qeyûm: Em ê têkoşînê bilind bikin

  • rojane
  • 21:57 31 Tîrmeh 2024
  • |
img
STENBOL- Di çalakiya li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hat destpêkirin, peyama wê têkoşînê bilind bikin û hejmara şaredariyan zêde bikin hat dayîn. 
 
Nobeda ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ku li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredaiya Colemêrgê da n destpêkirin, di roja 49'an de ye. Gelek nûnerên partiyên siyasî, sendika, sazî û dezgeh li Qada Şîşhane ya BEyoglûyê puştgieî dan çalakiyê. Di çalakiyê de tim dirûşmeyên" Bicegim qeyûm" û "Bijî berxwedana Colemêrgê" hatin berzkirin. 
 
Di çalakiyê de ewilî rojnamevana kurd Pexşan Ezîzî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat daliqandin hat bibîranîn û bertek nîşanî biryara darvekirinê hat dayîn. 
 
Paşê Dayika Aştiyê Rehşan Dunar axivî. Dunarê bilêv kir ku mafê her mirovî û zimanê her mirovî heye û got: "Em ê zimanê xwe û çanda xwe tim biparêzin." 
 
Hevseroka DEM Partî ya Bagcilarê Emîn Ang jî bilêv kir ku ew ê têkoşînê bilind bikin û hejmara şaredariyên xwe zede bikin.
 
Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.