Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin

  • rojane
  • 11:26 31 Tîrmeh 2024
  • |
img
ÊLIH - Şaredariya Êlihê nivîsên bi kurdî yên trafîkê ku ji bo hişyarkirina welatiyan hatibûn nivîsandin û piştre hatibûn jêbirin, dîsa nivîsand. 
 
Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, ji bo pêşîlêgirtina qezayan û hişyarkirina welatiyan, li ser rêyan nivîsên bi kurdî yên “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsandibû. Nivîsên bi kurdî, şevê din ji hêla komên Midûriyeta Giştî ya Rêbejê û polîsan ve hatibûn jêbirin. 
 
Komên şaredariyê nivîsên bi kurdî yên li ser Cadeya Diyarbakirê bûn û hatibûn jêbirin dîsa nivîsand.