Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 16:56 30 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Li navçeya Bajarê Nû ya Amedê du malbatên ku xizmên hev bûn bi şer çûn. Di şer de jina bi navê Sidika Kaya jiyana xwe ji dest da. 
 
Li semta Şehîtlîk a navçeya Bajarê Nû ya Amedê du malbatên ku xizmên hev bûn, ji ber erdî lihev nekirin û bi şer çûn. Di şer de ço û kevir hatin bikaranîn. Bi mezinbûna şer re çek hatin bikaranîn. Di şer de 6 kes bi çekê birîndar bûn. Piştî mudaxileya ewil a li cihê bûyerê, birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên cuda. 
 
Ji birîndaran Sidika Kaya jiyana xwe ji dest da. Tedawiya 2 jê giran 5 kesan jî berdewam e. 
 
Şahidên bûyerê diyar kirin ku du malbatên cerdevan ji ber erdî lihev nekirine û bi şer çûne. Şahidan, da zanîn ku kesên di şer de çek bi kar anîn ji cihê bûyerê reviyane û di wesayîtên cihê bûyerê de gelek pere hebû.