CPT: Ji bo valakirina gund 9 saet dem hate dayîn

  • rojane
  • 00:08 28 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - CPT diyar kir ku PDK’ê ji welatiyên 4 gundên li herêma Ber Garê yên girêdayî Amediyê dijîn xwestiye ku di nava 9 saetan de gundên xwe vala bikin. 
 
Endamê Tîmên Avakirina Aştiya CivakÎ (CPT) Kameran Osman daxuyand ku rayedarên PDK’ê ji welatiyên li gundê Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Gîrgaşê yên li herêma Amediya Herêma Federe ya Kurdistanê dijîn, xwestine ku gundî di navbera setên 08.00 û 17.00’an de serdana gundên xwe bikin, piştre bi temamî vala bikin û ji cihên ku hatine diyarkirî re biçin zext kirine. 
 
“Welatiyên van her çar gundên Ber Garê nêzîkî mehekê ye ji ber êriş û bombebaranên artêşa Tirkiyeyê li ser gundên wan bi neçarî gundên xwe vala kirine, mal û milkên xwe terikandine û li bajarokê Dêrelok û Dihokê bicih bûne.” Osman anî ziman ku rayedarên PDK’ê ji gundiyan re gotiye ku ji bo tiştên mayî kom bikin Tirkiye 9 saet destûr daye.