Li Wanê komxebata zarokan

  • rojane
  • 17:41 27 Tîrmeh 2024
  • |
img
WAN - Li Wanê komxebata zarokan hat lidarxistin. Gelek zarkokên tev li komxebatê bûne, bi xebatên çand û hunerê re eleqedar bûn, demên xweş derbas kirin. 
 
Di pêşengtiya Şardariya Bajarê Mezin a Wanê, Aryen Huner û ŞanoWanê li taxa Xaçort komxebata zarokan hat lidarxistin. Di komxebatê de çalakiyên wekî bûkok, boyaxkirina ru, tîtîm, drama û boyaxa avî hatin lidarxistin. Zarokên di komxebatê de demên xweş derbas kirine bi hev re stran strandin. 
 
Komxebat bi çêkirina wêneyan bi dawî bû.