Tevgera Goran: Her aliyê ku hevkariya dagirkeriya tirk bike, xiyaneta netewî dike

  • rojane
  • 16:58 27 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Encûmena Foruma Tevgera Goran bang li hikûmetên herêm û Iraqê, her wiha neteweyên yekbûyî kir ku rêgirî li êrişên dewleta tirk bikin û wiha got: “Her aliyek li Iraq û Kurdistanê hevsozî yan jî hevkariya êrişa Tirkiyê bike, weke xiyaneteke netewî tê dîtin.”
 
Êrişên dewleta tirk ên li Herêma Kurdistanê û Iraqê dane destpêkirin, bi hevkariya PDK’ê berdewame. Li gorî nûçeya Rojnewsê, her ku diçe ji ber bêdengiya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, dagirkerî û êrişên dewleta tirk berfirehtir û kurtir dibin.
 
Di çarçoveya bertek û helwestên li dijî dagirkeriya dewleta tirk û xiyanetê de, her wiha bombebarankirina gundên li sînorê îdareya Soran, Encûmena Forumên Tevgera Goran yên li bajarokên Soran, Çoman û Rewanduzê, daxuyaniyek belav kir.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate ragihandin: “Em êriş û dagirkeriya rejîma tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê giştî bi taybet li sînorê îdareya serbixwe ya Soran di nav de Biradost, Çoman û Rewanduzê şermezar dikin. Parastina sînor, xak û asîmanê Herêma Kurdistanê erkê hikûmeta Federal û hikûmeta Herêma Kurdistanêye, divê bi erkê xwe rabin û rê li leşkerên dagirker ên tirk bigirin.
 
Em bang li Nûnertiya NY’ê ya li Iraqê, konsol, nunerên welatên piştgiriya gelê kurd dikin, Civata Nûneran, partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl dikîn ku helwestê nîşan bidin. Bi erkê xwe rabin û li dijî leşkerkêşan û dagirkeriya dewleta tirk tedbîrên pêwîst bigirin, da ku serweriya xaka Herêma Kurdistanê neyê binpêkirin, yasayên navdewletî neyên binpêkirin, welatiyên me şehîd û birîndar nebin, gund neyên valakirin û zeviyên xelkê neyên şewitandin.
 
Her aliyek li Iraq û Kurdistanê hevsozî yan jî hevkariya êrişa Tirkiyê bike, weke xiyanetek netewî tê dîtin.”