Li Îranê kolberek hate qetilkirin

  • rojane
  • 16:29 27 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê kolberekî din jî qetil kirin. 
 
Hêzên rejîma Îranê, li bajarê Kirmanşan ê rojhilatê Kurdistanê êrişî kolberan kir. Di encama êrişan de kolberekê jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya Kolbernewsê, êriş li navçeya Newsûd a Kirmanşanê pêk hat. Têkildarî agahiyên nasnameya kolberî agahî nehatin bidestxistin.