Tirkiye li Berwarî Balayê nasnameyan kontrol dike!

  • rojane
  • 11:58 26 Tîrmeh 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye li herêma Berwarî Bala ya Hêrêma Federe ya Kurdistanê nasnameyan kontrol dike.
 
Tirkiye ji bejahî û hewayê êrişên xwe yên li ser Herêma Federa ya Kurdisatanê didomîne. Tirkiye li herêmê nuqteyên kontrolê yên nû danî û dest bi kontrolkirina nasnameyan kir
 
Li gorî dîmenên Rojnewsê parve kiriye Tirkiye li Berwarî Bala ya ser bi Amêdiyê nuqteya kontrolê daniye û dest bi kontrolkirina nasnameyên kiriye. 
 
Tevî dagirkeriya bi eşkere, rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe didomînin. Tirkiye bi hevkariya PDK’ê roj bi roj xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike.