Ahmet Zenger piştî 31 salan hate berdan

  • rojane
  • 20:26 25 Tîrmeh 2024
  • |
img
 
 
ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Ahmet Zenger ê berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin piştî 31 salan hate berdan. 
 
Girtiyê nexweş Ahmet Zenger (63) ê di sala 1993’yan de li gundê Xirabaşeref a girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) hate darizandin û bi îdiya “yekitî û yekparebûna dewletê xera kiriye” cezayê hefsê yê muebedê lê hatibû birîn, piştî 31 salan hate berdan. 
 
Malbata Zenger û hevalên wî li ber Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê ya jê hate berdan ew pêşwazî kirin.  
 
Zenger, ji ber ku ferzkirina “poşmantiyê” ya Lijneya Çavdêrî û Îdareyê qebûl nekiribû berdana wî 4 caran hatibû astengkirin.