Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin

  • rojane
  • 13:23 25 Tîrmeh 2024
  • |
img
MÊRSÎN - Kesê bi navê Mûsa Ozel li navçeya Toroslarê hevjîna xwe ya di qonaxa hevberdanê de, dayik û bavê wê qetil kir. 
 
Kesê bi navê Mûsa Ozel li gundê Darieskî yê navçeya Toroslar a Mêrsînê hevjîna xwe Fatma Ozel (21) a di qonaxa hevberdanê de, dayika wê Elîf Avci û bavê wê Îbrahîm Avci qetil kir. Li ser agahdarkirinê, komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Komên tenduristiyê dan zanîn ku Fatma Ozel û Îbrahîm Avci li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Elîf Avci jî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bajar a Mêrsînê tevî hewldanan jî jiyana xwe ji dest da. 
 
Faîl Mûsa Ozel li cihê bûyerê ji hêla cendirmeyan ve hate binçavkirin.