Şewata li Depê hate kontrolkirin

  • rojane
  • 21:54 24 Tîrmeh 2024
  • |
img

XARPÊT - Şewata di saetên serê sibê de li navçeya Depê derket hate kontrolkirin. 

 
Şewata di saetên serê sibê de li gundê Bagliagaç ê girêdayî navçeya Depê ya Xarpêtê derket, hate kontrolkirin. Şewat bi bandora bayê belavî gundên Demîrtepe, Bahçecîk, Yenîkopru û Gozerekê bûn. Tîmên agirkujiyê yê şaredariya Depê, tîmenên kargehên daristanan û gundiyan şewat xistin bin kontrola xwe. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dan qadeke 64 hezar hektarî zirar dît.