ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 23 Tîrmeh 2024
  • |
img
* Di ser Peymana Lozanê ku tê de biryar hate girtin ku erdnîgariya Kurdistanê bibe çar parçe 101 sal derbas bûn. Yek ji rêveberê NRLS’yê Mûnzûr Şiyar wiha got: “Kurd divê bi yekitiyekê bi dewletên dixwazin demokratîk bikin re peymaneke civakî bikin.”
 
* Akademîsyen Dr. Kamûran Berwarî yê êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin nirxandin wiha got: “Armanca bingehîn a dewleta tirk ew e ku di nava kurdan de şerekê bide destpêkirin û dixwaze vê yekê jî bi destê PDK’ê pêk bîne.”
 
*  PDK ku xiyaneta xwe ya ewil di sala 1946'an de li dijî Komara Kurd a Mahabadê pêk anî îro jî bi hevkariya êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê vê xiyaneta xwe ya li dijî kurdan didomîne. 
 
* Endama Komisyona Ekolojiyê ya KNK'ê Serwer Qeredaxî, diyar kir ku êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistanê pêşiya texrîbateke mezin a xwezayê vekiriye û destnîşan kir ku ev êriş ne tenê mirovan dikujin ekosîstema herêmê jî tune dikin.  
 
* Servet Kaya yê ji Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê hate berdan, anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê belavî hemû girtîgehan bûye, mafê tedawiyê tê astengkirin û girtiyên li dijî pêkanînên ku digihin asta tacîzê derdikevin diavêjin hucreyan. 
 
* 35 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bi daxuyaniyekî bertek nîşanî êrişên li Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û wiha gotin: “Dagirkirina welatekî li herêmê tê wateya dagirkirina hemû herêmê.”
 
* Parlamentera DEM Partiyê Ozgu Sakî destnîşan kir ku PDK û AKP ji bo “Şoreşa Rojava” bifetisîne û erdnîgariyê têxe bin kontrola xwe her tiştî dike û anî ziman ku divê jinên kurd û femînîst dê bi xetekî têkoşînê ya nû û hevkariyê li hember vê yekê bisekine. 
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe ya Meclisê de biaxive. (12.45) ZINDΠ
 
* Meclisa Jinan a DBP’ê dê di navçeyên Amedê de li dijî şerê taybet komxebatê li dar bixe. (16.00) 
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê dê bi dirûşma “Ji dagirkerî û îxanetê re na” li pêşiya avahiyê partiyê daxuyanî bide. (18.30)
 
* Nobeta Edaletê ya li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê li Stenbolê hatiye destpêkirin dê berdewam bike. (20.00-22.00)