DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir

  • rojane
  • 16:24 22 Tîrmeh 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Komên DEDAŞ’ê li navçeya Dêrikê trafoyên cotkaran jê kirin. 
 
Trafoyên cotkaran ên li gundê Qesra Qenco ya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê hatin jêkirin. Komên girêdayî Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) tevî leşkeran hatin gund û bi hinceta “deynên nehatine dayîn” xwestin trafoyên ceyranê desteser bikin. Di navbera cotkar û leşkeran de heta demekî nîqaş derket. Destûr nehat dayin ku cotkar biçin qada trafo lê bûn. Komên DEDAŞ’ê 4 trafo jê kirin û ji gund çûn.